Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê  daxuyaniya pîrozkirina 19ˊê Tîrmehê

Rêveberiya Xweser û Demokratîk ya Şengalê 12’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmeyê ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got, “Şoreşa Rojava çawa ji bo çar parçeyên Kurdistanê bû nimûne û hêvî, ji bo civaka Êzidî jî bû nexşeya rêya rastiyê û em timî hêz jê digirin."

Ji Rêveberiya Xweser a Şengalê  daxuyaniya pîrozkirina 19ˊê Tîrmehê
18 tîrmeh 2024   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe 12’emîn salvegera şoreşa ya Rojavayê Kurdistanê ku di dîroka Kurdan de nimûneyeke yekane û ji bo hemû gelên herêmê jî bo modela jiyana azad û demokratîke.

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê 12’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di serî de li gelê Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û hêviya azadiyê ya hemû herêmên dagirkirî kir.

Di destpêka peyama pîrozbahiyê de îşaret bi rola sereke ya jinê ya di şoreşê de tê kirin û wiha hate gotin: “Şoreşa Rojava ji ber bi pêşengiya jinê çêbû, hişt ku weke şoreşa jinên were pênasekirin. Şehîd Arîn, Avesta û Barîn bi rihê xwe yê fedayî û berxwedêr mohra xwe li Şoreşa Roajva dan. Jinên berxwedêr yên Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya van jinên leheng li ber DAIŞ’ê û hemû dagirkeran rabûn ku kes nedikarî li ber wan bisekine. Jinên ku xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirin, karîn nasnameya xwe, ax û zimanê xwe biparêzin û rê li ber dijminê qirker bigirin.”

Di dewama peyamê de behsa nimûneya Rojavayê Kurdistanê ya ji bo pêkvejiyana gelan jî hate kirin û wiha hate gotin: “Li dijî ew pêla olperestî û neteweperestiyê ya bi pêşengiya hêzên navnetewî û herêmî dixwastin li herêmê geş bikin, gelan bihev bidin qirkirin, Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû panzehîrek û nûnertiya xeta sêyemîn ya Rêber Apo kir. Bi nimûneya pêkvejiyana gelan bersiva hemû êrişan de, gel ji qirkirinê xilas kirin û nimûneya jiyaneke nû ya azad û demokratîk ji bo hemû gelên bindest û azadîxwaz pêşxist.”

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê da zanîn ew weke civaka Êzidî hêz ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê digirin û wiha hate gotin: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî Êzidiyan bû nimûneyeke mezin. Em weke civaka Êzidî hêz û sûd jê digirin. Modela wan ji bo me dibe nexşeya rêyeke rast û zelal.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê careke din şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û ev peyam da: “Em careke din 12’emîn salvegera şoreşa Rojava pîroz dikin, hêvî dikin hemû herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji bin destê dijmin derbikeve.”