Di êrişa balafira xwekuj de welatiyek birîndar bû

Balafireke bêmirov û ya xwekuj a dewleta Tirk a dagirker nêzî Nexweşxaneya Avrîn a kantona Efrîn û Şehbayê hedef girt, di encamê de welatiyek birîndar bû.

Di êrişa balafira xwekuj de welatiyek birîndar bû
18 tîrmeh 2024   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me dane, di êrişa balafireke bêmirov û ya xwekuj a dewleta Tirk a dgirker li nêzî Nexweşxaneya Avrîn a bajarokê Fafîn ê kantona Efrîn û Şehbayê de welatiyê bi navê Horîk Hisên Horîk (38) birîndar bû.

Birîndar li nexweşxaneyê ye û rewşa wî baş e.

(fr)

ANHA