Sekreterê NY’ê diçe sînorê Misir-Xezayê 

Hat diyarkirin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres wê îro serdana sînorê Misir û Xezeyê bike.

Sekreterê NY’ê diçe sînorê Misir-Xezayê 
23 adar, 2024   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reuters, Antoniro Guterres wê îro (23 Adar 2024) biçe sînorê Misir-Xezayê û ji bo şerê ku ev 5 mehin di navbera Îsraîl-Hamasê de didome, daxwaza agirbestê bike. 

Serdana Guterres di demeke ku Îsraîl gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser bajarê Refahê yê li başûrê Xezayê dike de pêk tê.

Guterres her wiha dê serdana bajarê El-Erîş ê li bakurê herêma Sîna ya Misrê ku piraniya alîkariyên navneteweyî yên ji bo Xezzeyê tê de derbasî Refahê tên kirin, bike.

Antonio Guterres wê serdana nexweşxaneya li El-Erîş bike û bi xebatkarên alîkariyê yên NY’ê yên li Refahê re jî bicive.