Ji PÎK’ê peyama sersaxiyê ji bo siyasetmedar Salih Muslim

Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) ji ber şehadeta siyasetmedar Salih Muslim peyama sersaxiyê da.

Ji PÎK’ê peyama sersaxiyê ji bo siyasetmedar Salih Muslim
12 adar, 2026   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Giştî yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind ji ber şehadeta siyasetmedarê Kurd û Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim de peyamek  parve kir.

Peyama PÎK’ê wiha ye:

“Bi xemgînî em bi wefata siyasetmedarê Kurd, birêz Salih Muslim, endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), agahdar bûn û em gelekî xemgîn bûn.

Rehma Xwedê lê be û cîhê wî bihuştê (cennet) be, înşallah.

Birêz Salih Muslim ji bo mafên gelê Kurd li hember dewletên dagirker gelek kar û xizmetên kêrhatî kirine.

Em li ser navê PÎK’ê sersaxiyê ji bo malbat û rêhevalên birêz Salih Muslim û gelê Kurd dixwazin. Xwedê sebrê bide malbata wî.”