Aldar Xelîl: Bîranî û têkoşîna Salih Muslim dê çavkaniya îlhamê bimîne

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl der barê şehadeta siyasetmedarê Kurd Salih Muslim de got,  "Bîranîn û têkoşîna wî dê ji bo hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadî, dadmendî û rûmetê heye, çavkaniya îlhamê bimîne."

Aldar Xelîl: Bîranî û têkoşîna Salih Muslim dê çavkaniya îlhamê bimîne
12 adar, 2026   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya Partoiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî şehadeta endamê hevserokatiya partiyê siyasetmendar Salih Muslim de peyamek li ser hesabê xwe yê X'ê weşand.

Aldar Xelîl bi bîr xist ku Salih Muslim demeke li hemberî nexweşiyê li ber xwe dida û got, bi şehaeta wî wan têkoşkerekî dilsoz ku jiyana xwe ji bo têkoşîna azadî û rûmetê raber kiribû winda kir.

Xelîl di dewama peyama xwe de got: " Min ew wekî rêhevalekî dirust, di prensîbên xwe de westar, di helwestên xwe de zelal, di nirxên ku bawer dikir de bêtawîz û li hember zehmetiyan gav paşde ne diavêt, nas kir. Di qonaxa berî damezrandina partiya me de, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), wî bi salan di nav tevgera azadiyê de xebat û têkoşîneke neteweyî kir. Heval Salih Muslim bi dilsozî, welatparêzî û pabendbûna xwe ya rasteqîn bi dozê re xwe diyar kir. Ew bi giyaneke berpirsiyarî û biryardarî her tim amade bû. Bi dadmeniya doza gelê xwe bawer bû û tevî hemû dijwarî û zehmetiyan bi biryardariyek xurt berdewam dikir.

Ji wextê damezrandina partiyê (PYD) ve, me bi hev re kar kir. Ew her tim mînaka pabendbûn, berpirsiyarî û hevaltiya rastîn bû. Hebûna wî ne tenê siyasî bû, lê ew bira û rêheval bû. Di her gavekê de derdê gelê xwe û doza wan hildigirt. Bi şehadeta wî re, rêhevalekî hêja û têkoşerekî neteweyî ji dest me winda bû. Mîrateya têkoşîn û helwestên wî yên bi nirx dê di bîranîn û rêwîtiya me de bimîne."

Aldar Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Salih Muslim re xwest û wiha domand "Em sersaxiyê ji malbata wî ya bi rûmet, malbatên şehîdên me yên rastgo û wefadar, hemû hevalên partiya me (PYD), hemû şervanên tevgera azadiyê û hemû gelê me re dixwazin. Me bi koça wî ya dawîn re têkoşerekî xwe yê dilsoz ku ku jiyana xwe ji bo doza azadî û rûmetê terxan kiriye winda kir.Bîranîn û têkoşîna wî dê ji bo hemû kesên ku baweriya wan bi nirxên azadî, dadmendî û rûmetê heye, çavkaniya îlhamê bimîne."

(ac)