Ji Navenda Metro têkildarî biryara dadgeha Dihokê daxuyanî

Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan têkildarî cezayê ku dadgeha Dihokê li rojnamevan Silêman Ehmed birî got: “Biryara îro ya Dadgeha Dihokê ya li beramberî Silêman Ehmed ne dadperwerane ye. Ti mercekî dadgehkirinek dadperwer têde nebû. Em daxwaza betalkirina biryarê dikin.”

Ji Navenda Metro têkildarî biryara dadgeha Dihokê daxuyanî
29 tîrmeh 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Dadgeha Dihokê rûniştina doza rojnamevan Silêman Ehmed pêk hat. Dadgehê bi tometa ku Silêman Ehmed ‘Endamê PYD’ê ye’ sê sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman birî.

Têkildarî biryarê Navenda Metro daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji roja Silêman Ehmed hatî girtin ve (23’yê Cotmeha 2023) wek Navenda Metro wan gelek daxuyanî û daxwaz pêşkêşî desthilata dadweriyê kirine. Navenda Metro got: “Me daxwaz kir ku dosya dadgehkirinê li gor yasa hejmar 35 a sala 2007ˊan a yasaya rojnamevaniyê be. Me xwest ku rê bi malbat û parêzerên wê bê dayîn ku hevdîtinê li gel de bikin. Me xwest ku dadgehkirina Silêman Ehmed di hewayeke dadperwerane de pêk were.”

Di dewamê de tê gotin: “Biryara Dadgeha Dihokê ya li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed ne dadperwerane ye û mercên dadgehkirinek dadperwerane tê de nebû. Daxwaza betalkirina biryarê dikin.”

Her wiha bang hate kirin ku dadgehê weke tol hilandina dijî rojnamevanan bikar neynin û tê gotin, pêwîst e di mijara azadiya çapemeniyê de şert û mercên darizandinek adil bên afirandin. Nabe di bin ti hêcetek din de yasayek din were bikaranîn û wiha tê gotin; “Piştî 211 rojan rê hat dayîn parêzer wî bibînin, ev hemû li ser rastiya tometên ku ji bo Silêman tên gotin, gumanan ava dike.”