Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’

Bi hezaran şêniyên Tebqayê di meş û mitînga şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê de diyar kirin ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
Li Tebqayê bi hezaran kesî got ‘Em ê heya azadiyê li qadan bin’
15 sibat, 2025   14:34
TEBQA

Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî (15 Sibat) ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Girseya gel bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û vekirina pankartên "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo û azadiya gelên têkoşer" ji pêşiya Sûka Taxa Ewil dest bi meşê kir. Di meşê de dirûşmên "Gel azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin.

Piştî mesa ku heta Çerxerêya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) dom kir, mitîngek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Tebqayê Riyad El Walî axivî.

Riyad El Walî got: "Vaya gelê Firatê derketine da ku bi yek dengî bêje: Naj ji dagirkeriya Tirk re û na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re."

Riyad El Walî anî ziman ku tevahî dewletên kapîtalîst beşdarî komploya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bûn û ev li gotinên xwe zêde kirin "Fikr û felsefeya Rêber Ocalan xizmeta kapîtalîzmê nake. Rêbertî banga xwişk û biratiya gelan û wekheviya di navbera hemû beşê civakê de dike. 26 di ser Komploya 15’ Sibatê an ku roja reş re derbas bûn, lê ev sal wê bibe sala aştî û hezkirinê; ji ber ku projeya Rêberê neteweyî û mirovî Abdullah Ocalan ji pirsgirêka Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê re çareseriya herî guncaw e."

El Walî anî ziman ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Spriyeyê dê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Mîtîng bi gerandina xelkên dîlanan û berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA