Ji KJKˊê têkildarî 19ˊê Tîrmehê daxuyanî

Koordînasyona KJK'ê salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kir û ev bang kir: “Li Kurdistanê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin û bi hev re biparêzin.”

Ji KJKˊê têkildarî 19ˊê Tîrmehê daxuyanî
17 tîrmeh 2024   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt parve kir: “Li dijî pergala kapîtalîst a ku dixwaze sedsala 21’an bike sedsala şer û komkujiyan, Şoreşa Rojava ji hemû mirovahiyê re bûye hêviyek û îspat kiriye ku jiyana demokratîk û azad pêkan e. Şoreşa Jinê ya Rojava ku bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ya bi keda 20 salan a Rêber APO derket holê, 12 sal li pey xwe hişt û dikeve sala xwe ya 13’an. Em 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, li dayikên hêja yên ku parçeyek ji canê xwe dane, gaziyê me, hemû jin û gelan pîroz dikin."

KJK'ê wiha berdewam kir: “Em di şexsê heval Arîn Mîrkan, Rêvan, Avesta Xabûr, Barîn, Aylan, Polat, Dayika Aqîde, Ebû Leyla, Ayşe Denîz, Hêlîn Îngîlîz, Sorxwîn Rojhilat, Jiyan û Sosin de bi heh şehîdên Şoreşa Rojava bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em 33 ciwanên demokrat ên şoreşger ên ku ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Kobanê ve xwestin pirekê ava bikin û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de encama êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ’ê ya li Pirsûsê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza berdewamkirina rêya wan dubare dikin.”

ŞOREŞA ROJAVA BÛ NASNAMEYA ŞOREŞA JINAN

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de cih da van xalan:

 Erdnîgariya Rojhilata Navîn di dîrokê de bûye cihê jiyana hevpar û mozaîka gelan. Ev jiyana ku cewhera mirovatiyê ye, bi netew-dewletê hatiye serûbinkirin û bi neteweperestiyê mirov hatine jehrîkirin, mirovan tîne pêşberî hev. Lê belê sîstema neteweya demokratîk a Rêber Apo li hemberî vê pergala paşverû ya ku tê wateya qetilkirina civak, gel û mirovahiyê, derket holê û bi vî rengî hilweşîna netew dewletan dest pê kir.

Jinên ku cewhera civakîbûnê ne, di projeya Onder APO de cewhera xwe ya windabûyî dît û ji bo ku bi kevneşopiya qedîm a azadiya xaka Mezopotamyayê re bibe yek, ked da. Jinên ku bûn sembola welatparêziyê û girêdayî axa xwe pêşengiya Şoreşa Rojava kirin, berdêlên giran dan, lêgerîna jiyana azad kêlî bi kêlî zêde kirin û bûn hêza ku şoreşê pêk anîn. Berxwedana hêzên YPJ û YJA Starê bû berxwedana herî xurt û îspat kir ku sedsala 21’an sedsala jinê ye û Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinê bûye xwedî nasname.

Îro faşîzm li cîhanê her ku diçe mezin dibe û hewl tê dayîn ku gelan bînin beramberî hev, gelên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê mînaka herî li ber çavan a jiyana bi hev re ye. Zîhniyeta faşîst a AKP-MHP'ê ku avakar û parêzvanê DAIŞ'ê ye, êrîşî nirxên şoreşê dike û li Tirkiye û axên qedîm ên ku dagir kiriye, Kurdan tune dihesibîne, êrîşî gelê Ereb dike, bi her awayî hemû cudahiyan di qirkirinê de derbas dike. Faşîzmê derdixe lûtkeyê gel, mezheb û kesan tîne beramberî hev. Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi modela neteweya demokratîk a ku di pêşengiya jinan de tê birêvebirin, hemû gel bi jiyana hevpar, xwerêveberiya bi hev re û parastina bi hev re li dijî pergal faşîst têdikoşin.”

PARASTINA ŞOREŞA ROJAVA PEYWIREK E

Di Şoreşa Rojava de jinan bi YPJ’ê parastina xwe ya cewherî kirin, li ser esasê ku jin bê parastin nikare azad bibe û bi KONGRA STAR’ê rêxistina jiyana demokratîk û azad xurtir kir. Lê belê Şoreşa Jinê ya Rojava ku bûye destkeftiya mirovahiyê, di sala xwe ya 12’emîn de dibe hedefa êrîşên faşîstan. DAÎŞ zîhniyetek e û ev zîhniyet çavkaniya xwe ya bingehîn ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê digire. Çawa ku jinên û zilamên ji neteweya Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermenî, Asûrî, Elman, Îtalî, Fransiz û Afrîkayê, li dijî DAIŞ’ê têkoşîna hevpar meşandin û îro jî bi hemn ruhî  ji bo parastina Şoreşa Roajava wê li dijî çete û faşîzma Tirk têkoşîneke yekgirtî bimeşînin. Ev yek erk û berpirsyariyeke neteweyî û navneteweyî ye. Bi hêzkirin û bilindkirina asta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rê nedan faşîzmê, berpirsyariyeke dîrokî ye.

Faşîzma Tirk îro êrîşên xwe yên dagirkerî û îlhaqkirinê li her çar parçeyên Kurdistanê zêde kiriye. Planên wê yên dorpêçkirin û tasfiyekirina Şoreşa Rojava di meriyetê de ye û di heman demê de ji ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dagirkirin û îlhaqkirina Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi pêş dixe. Parastina hemû Kurdistanê, pêşxistin û berfirehkirina hêza têkoşîna yekbûyî ya li Rojava, Başûr û Bakur gelekî girîng e. Di sala 12’an a Şoreşa Rojava de pêwîste ruhê vê şoreşê li herçar parçeyên Kurdistanê berfireh bibe, Şoreşa Rojava were parastin. Divê têkoşîna li dijî dagirkerina Başûr bê berfirehkirin û di vî warî de hêviyên mirovahî û jinên bindest ên cîhanê mezin bikin. Em bang li Kurdên welatparêz, rêxistinên şoreşger û demokratîk, kesayet, jinên azadîxwaz dikin ku; bi ruhê berxwedana Şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin bikin û bi hev re biparêzin.”