Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê

Raportora Taybet a NY’yê ya li Dijî Êşkenceyê Maeda Naoko der barê tecrîda li Îmraliyê de pirs ji şandeya Tirk kir. Şandeya Tirk a  ku nikarîbû bersiva hiqûqî bide got, “Tecrîd tine, qedexe heye.”

Tirkiye bersiva ‘Îmraliyê’ da NY’ê
17 tîrmeh 2024   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Palaîs de Wîlson a Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, dewam dike. Di çarçoveya rûniştinan de binpêkirinên mafên mirovan ên îro li Tirkiyeyê diqewimin, hatin nîqaşkirin. Raportorên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê, nûnerên saziyên sivîl ên raporên li ser Tirkiyeyê pêşkêş kirin û şandeya Tirk beşdarî rûniştinan dibin.

Raportorên Taybet ên Komîteya li Dijî Îşkenceyê ya NY’ê di axaftinên xwe de bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan bi taybetî li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê. Raportora Taybet Maeda Naoko axivî û di pêşkêşiya xwe de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxand.

TIRKIYEYÊ BERSIVÊN BÊBINGEH DA

Di beşa piştî nîvro de li ser navê şandeya Tirk Alîkarê Midûrê Giştî yê Ceza û Girtîgehan a Wezareta Edaletê Fatîh Gungör axivî û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pirsên raportorên taybet bersivand.

Gungor îdia kir ku pîvanên girtîgehên Tirkiyeyê li gorî peymanên navneteweyî ne û got ku berevajî raporên gelek saziyên sivîl, li girtîgehan rejîmek tecrîdê nîne.Gungor li ser pirsa der barê tecrîda Îmraliyê de bi kurtasî bersiv da. Gungor her çiqasî pêkanîna taybet a li hemberî Îmraliyê qebûl nekir jî di parastina xwe de tecrîda Îmraliyê qebûl kir.

Gungor di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gorî xala 125'an a Qanûna Ceza ya Tirk ji aliyê Dadgehên Ewlekariya Taybet ên Dewletê ve tê darizandin û  cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtina parêzeran parast.

Gungor hewl da ji tecrîda tecrîda li Îmraliyê kiraseke qanûnî bibîne û wiha domand: “Îro Abdullah Ocalan tevî 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê cezayên xwe dikşînin. Kesên ku li gorî qanûnê tevnegerin, dibe ku ji aliyê Lijneya Şopandina Îdareya Girtîgehê ve rastî gelek cezayan bên. Hin sûcên ku di girtîgehê de hatine kirin dibe ku bibe sedema qedexeya hevdîtinê. Cezayên dîsîplînê li ser milê Lijneya Disîplînê ya Girtîgehê ye. Piştî ku biryar hat girtin, girtî tê agahdarkirin û dikare serî li Dadgerê Înfazê bide. Dikare mijar bibe dadgehek peywirdar. Li gorî vê yekê hevdîtinên malbatên girtiyên li Îmraliyê 3 meh in hatin rawestandin. Ji ber vê yekê di vê heyamê de hevdîtina xizmên wan qedexe ye. Li dijî vê biryara ku di Nîsana 2024’an de bi encam bû û ket meriyetê ti îtîraz û gilî nehatine kirin.

Bi biryara dadgehê di Gulana 2024’an de hevdîtinên parêzeran 6 meh hatin rawestandin. Li dijî vê biryarê îtîraz hat kirin, lê îtîraz di Hezîrana 2024'an de hat redkirin û biryar hat erêkirin.”

Rûniştinên 80’emîn ên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî wê di 26'ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Bername wê sibê bi rûniştina Tirkiyeyê dewam bike.