Li Minbicê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ semîner

Yekitiya Parêzeran a kantona Minbicê bi navê "Di dadgehên Tirkiyê de biryarên neheq li dijî azadîxwazên birûmet ji ber piştgiriya wan ji berxwedana Kobanî re" bi beşdariya bi dehan parêzer, semînerek da.

22 gulan, 2024   17:39
MINBIC

Yekitiya Parêzeran a kantona Minbicê ji bo nîqaşkirina biryarên dermirovî yên li dijî siyasetmedarên Kurd ên Bakurê Kurdistanê di ˊDoza Kobanêˊ de, semînerek da. Di semînerê de endamên xet û meclisên sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Parêzeran, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û rêxistinên civaka demokratîk beşdar bûn. Semîner li hola Meclisa Gelan a navenda bajêr hat dayîn.

Destpêkê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Hesen Mihemed Elî axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya ajandeyên xwe yên li herêmê, rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike. Berê, çeteyên DAIŞ'ê ji bo zêdekirina rûbera dagirkeriya xwe li Rojhilata Navîn bi kar dianî. Lê piştî têkçûna DAIŞ'ê jî ew bi rêya girankirina êrişan û gefxwarina dagirkirina herêmê, hewl dide armancên xwe pêk bîne.

Endamê Yekitiya Parêzeran a kantonê Mihemed Berkel got: "Li gorî qanûna darizandinê li hemû dewletên cîhanê nabe lêpirsîna doza cezayî 6 mehan derbas bike. Lê belê di 'Doza Kobanê' de lêpirsîn di 10'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kir û di 16'ê Gulana 2024'an de jî biryara cezakirinê hat dayîn. Di biryarê de li hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş 40 sal û Fîgen Yuksekdag 30 sal ceza hatin birîn."

Berkel wiha domand: "Çima civata navneteweyî li hember polîtîzekirina dadgeriyê biryaran nade, gelo ajoyên siyasî yên vê yekê çi ne?"

Di dawiya semînerê de beşdaran pêşniyar kir ku kiryarên polîtîzekirinê yên dewleta Tirk a dagirker ji raya giştî û rêxistinên hiqûqî re bên eşkerekirin û destek ji bo têkoşerên ku piştgirî daye berxwedana Kobanê heta serbestberdana wan, bê dayîn.

(mh)

ANHA