Li Şamê teqîn

Li herêma Bab Şerqî ya Şamê teqînek çêbû. Sedem û encamên wê hîna diyar nebûne.

Li Şamê teqîn
19 gulan, 2026   15:08
ŞAM

Li herêma Bab Şerqî ya Şamê li nêzî avahiyeke leşkerî teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, ambulans û hêzên parastina sivîl çûne cihê teqînê. Hêzên ewlekariyê derdora cihê teqînê girtiye.

Heya niha sedemên teqînê û encamên wê diyar nebûne.

Piştî teqînê rêyên Bab Şerqî û Diwêlayê hatin girtin û seferberiyeke ewlehiyê çêbû.

(bb)

ANHA