‘Meclisa heyî temsîliyeta îradeya gelê Sûriyeyê nake’

Jinan diyar kir ku tayînkirina endamên meclisê ji hêla hikumeta demkî ve îradeya gelê Kurd û gelê Sûriyeyê nîşan nade. Divê temsîla di meclisê de bi hilbijartina gel bi awayekî azad, dûrî berjewendiyên partîtî û siyasî pêk were.

‘Meclisa heyî temsîliyeta îradeya gelê Sûriyeyê nake’
10 tîrmeh, 2026   05:11
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Jinên ji bajarê Çilaxa yê herêma Cizîrê tayînkirinên ku herî dawî ji bo parlemantoya Sûriyeyê pêk hatin, red kirin û destnîşan kir ku kesên hatin tayînkirin armanc û daxwazên gelê Sûriyeyê, îradeya gelê Kurd û pêkhateyên din ên li welat temsîl nakin.

Der barê mijarê de Fatma Rustem da zanîn ku endamên ku ji hêla hikumeta demkî ve hatin tayînkirin gelê Sûriyeyê û armanca wan a avakirina dewleteke pirreng û demokratîk ku di nav de mafê hemû pêkhateyan bê parastin temsîl nakin.

Fatmayê diyar kir ku parlemanto saziyeke divê îradeya gel temsîl bike, ji ber vê yekê divê endamê wê ji hêla gel ve bên hilbijartin. Tayînkirinên ku pêk hatin dikevin xizmeta berjewendiyên hinek aliyên siyasî.

Fatmayê destnîşan kir ku di qonaxa heyî de tê xwestin ku nûnerên ku rastî gel temsîl dike hebin, bi taybet ji bo gelê Kurd. Bi hebûna nûnerên gel mafê hemû pêkhateyan di Sûriyeya nû de tê parastin û pêkhate nayên paşguhkirin. Hevkariya siyasî ya gelemperî pêşerojeke adilane û wekhev ava dike.

Etiya Hacî jî da zanîn ku tayînkirinên herî dawî di nav de yên taybet ji bo temsîla jinan hatine tayînkirin, îradeya gelê Sûriyeyê û yê Kurd nateyisîne. Temsîla rastî divê bi hevkariyeke gelêrî berfireh ku pê dengê welatiyan bi şêwazeke adilane bighêje saziyên zagonsaz pêk were.

Etiyayê diyar kir ku gelê Kurd beşeke sereke ji Sûriyeyê ye, dozên wê yên siyasî û destûrî hene. Divê bi rêya yekhelwesta Kurdî di pêvajoyên siyasî û destûrî de nûnertiya wan hebe. Kesên hatine tayînkirina nûnertiya gelê Kurd nakin, tenê xwe û şepêla xwe ya siyasî îfade dikin.

Etiyayê da zanîn ku divê cur be curiya neteweyî û çandî li Sûriyeyê bê naskirin, mafê siyasî û destûrî yê hemû pêkhateyan bê cudabûyîn û paşguhkirin bê misogerkirin.

Fatma Tirkî jî destnîşan kir ku tayînkirina di parlemantoyê de pêk hat, nûnertiya îradeya gelê Kurd û giştî gelê Sûriyeyê jî nake. Ên ku li kêlek aliyên ku li dijî doza Kurdî sekinîn îro nikarin parastina mafê Kurdan û temsîla wan di parlemantoyê bikin.

Fatmayê diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeyê beşdariyeke heqîqî ya hemû Sûriyeyan pêwîstiyeke, temsîla siyasî ya ku ne bi hilbijartinên gelê azad çêbûye nikare pirrengiya Sûriyeyê biparêze.

Fatmayê banga pêkanîna parlemantoyê bi rêya hilbijartinan kir û got destûra nû ya Sûriyeyê jî divê li gorî hemû pêkhateyan, avakirina dewleteke li ser edalet û wekheviyê bê danî û tişta li derveyî vê bê kirin temsîliyeta wan nake.

(sb)

ANHA