Heyeta DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta DEM Partî ku ji Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder pêk hat îro hevdîtinek bi Rêber Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk anî û dê der barê hevdîtinê de di saetên pêş de daxuyanî bê dayîn.

Heyeta DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya
28 kanûn, 2024   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

DEM Partiyê der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‏"Heyeta me ya ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat îro li Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin bi dawî bû û heyeta me vegeriya.‏

‏Heyeta me wê di saetên pêş de agahî û nirxandinên li ser naveroka vê hevdîtinê bi çapemenî û raya giştî re parve bike."

(fr)