Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê ji destpêka rûxandina rejîma Baasê ve 665 kesan ji ber teqînên bermahiyên şer jiyana xwe ji dest daye.

Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da
6 kanûn, 2025   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka rûxandina rejîma Baasê (8 Kanûn 2024) heya 5’ê Kanûna îsal, li Sûriyeyê 665 kesan ji ber teqanînên bermahiyên şer jiyana xwe ji desy t daye. Li gorî SOHR’ê, ji wan 199 zarok û 24 jin in.

SOHR’ê da zanîn ku bûyeran li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de, herêmên Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rû daye.

(bb)