Di civîna Şamê de çi hat nîqaşkirin?

Hat diyarkirin ku di civîna li Şamê de rayedarên hikumeta veguhêz navendîbûn ferz kiriye û xwestiye hemû sazî werin dewrkirin. Rêveberiya Xweser jî bal kişandiye ser îradeya gelan, demokratîkbûn û diyalogê.

Di civîna Şamê de çi hat nîqaşkirin?
10 tîrmeh, 2025   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (9 Tîrmeh 2025) li Şamê di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz de civînek hat lidarxistin. Piştî civînê ku nûnerên Amerîka û Fransayê jî tev lê bûbûn, ji aliyên beşdar ve daxuyanî hatin dayîn. 

KÊ ÇI GOT?

Hevseroka şandeya Rêveberiya Xweser Foza Yûsif piştî civînê ji Ronahî TV’yê re axivî û got civîn erênî derbas bûye û dê hevdîtin berdewam bikin.

Balyozê DYA'yê yê Enqereyê û nûnerê taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack jî gotibû: "Ev gaveke mezin e û tişta em dibînin ew e ku hemû herêm guheriye. Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tev li artêşê bibe."

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî têkildarî civînê daxuyaniyeke balkêş da: “Em bi keyfxweşî pêşwazî dikin ku şervanên QSD’ê yên sûriyeyî di çarçoveya destûrî û qanûnî de tev li refên artêşa Sûriyeyê bibin. Em girêdayî rêgeza yek Sûriye, yek artêş û yek hikumetê ne. Em hemû rewşên ku dê yekparebûna Sûriyeyê parçe bikin an jî federalîzmê, bi awayekî kategorîk red dikin.”   

LI PIŞTPERDEYÊ ÇI HEYE?

Di daxuyaniyên hatine dayîn de ev tişt hatin gotin, lê hat diyarkirin ku civîn bi nîqaşên dijwar derbas bûye.

Li gorî agahiyên ku hin çavkaniyên nêzî her du aliyan ên nexwestin navên xwe aşkera bikin hatine girtin, di civînê de nîqaşên kûr hatine kirin.

Hikumeta veguhêz sîstema navendîbûnê parastiye û xwestiye vê li ser Rêveberiya Xweser jî ferz bike. Her wiha xwestiye hemû sazî, dezgeh, hêzên leşkerî dewrî hikumeta navendî bên kirin.

Çavkaniyan got hikumeta veguhêz Rêveberiya Xweser wek parçeyekî Sûriyeyê nabîne.

Li beramberî van nêzîkahiyan şandeya Rêveberiya Xweser jî bal kişandiye ku hikumeta veguhêz heta niha îradeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas nekiriye. Tevî peymana 10’ê Adarê (2025) jî gavên yekalî hatine avêtin. Endamên şandeyê pêkanînên Şamê yên wekî avakirina hikumetê, konferansa bi navê neteweyî hatiye çêkirin, hewldanên avakirina meclisê wek mînak nîşan dane û gotiye ew tev li van pêvajoyan nehatine kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser her wiha bal kişandiye ku li Helebê tevî peymana hatiye çêkirin jî di demên dawî de gelek kes bi hincetên wekî “Hûn Kurd in, hûn hevkariya QSD û Rêveberiya Xweser dikin” hatine girtin.

Li gorî agahiyan şandeya Rêveberiya Xweser diyar kiriye ku ew parçeyekî Sûriyeyê ne, divê pêkanînên antîdemokratîk nebin, divê ew jî di her asteke xebatê de hebin û xwedî maf bin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser ji şandeya Şamê pirs kirite ka ew Sûriyeyeke çawa dixwazin. Wan jî gotiye ew Sûriyeyeke ku hemû kes bi xwezayîbûna xwe ve tê de cih bigirin, dixwazin.

Li  ser vê yekê şandeya Rêveberiya Xweser jî gotiye di rewşa niha de gelek pêkhate bi xwezayîbûna xwe cih nagirin, nayên temsîlkirin û gotiye: “Li qadên me zimanê nefret û cudabûnê nîn e, lê li herêmên din ên Sûriyeyê heye. Lewma divê li gorî wê kar bê meşandin, hevkarî bê kirin. Divê demokratîkbûn hebe.”

Şandeya Rêveberiya Xweser diyar kiriye ku pirsgirêkên ewlekariyê hene û pêşniyar kiriye ku bi hev re li ser ewlekariyê û avakirinê kar bikin, odeyên hevbeş bên avakirin. Ji bo ku li Sûriyeyê aramî û edalet çêbe, divê hevkarî hebe, qebûlkirin hebe.

Der barê helwesta nûnerên Amerîka û Fransayê de jî çavkaniyan tu agahî nedan.

(a)

ANHA