Serokkomarê Almanyayê û serokê hikumeta demkî hevdîtin kir

Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier û serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri li Berlînê têkiliyên dualî û geşedanên li Rojhilata Navîn nîqaş kirin.

Serokkomarê Almanyayê û serokê hikumeta demkî hevdîtin kir
30 adar, 2026   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomariya Almanyayê îro ragihand ku serokkomar Frank Walter Steinmeier li Qesra Bellevue ya Berlînê pêşwaziya serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri kir û bi amadebûna rayedarên her du welatan hevdîtinek pêk hat.

Hate gotin, têkiliyên her du welatan û geşedanên li Rojhilkata Navîn di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin.

Li gorî serokkomariya Almanyayê, her du aliyan berjewendiya xwe ya hevbeş ji bo bidestxistina aramiyê li Rojhilata Navîn nîşan dan. Her wiha hate diyarkirin ku serokkomarê Almanyayê anî ziman ku welatê wî amade ye piştgiriyê bide Sûriyeyê di hewldanên wê yên ji bo bidestxistina aramiyê, ji nû ve avakirinê û pêkanîna reforman de.

(bb)