Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya kantona Firatê civînek ji malbatên şervanan û şehîdan re ji bo danasîna lidarxist.

Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
Nûrî Mehmûd: Divê em hêzên Parastinê bi rêxistin bikin
7 cotmeh, 2025   09:08
KOBANÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya kantona Firatê civînek ji bi malbatên şervanan û şehîdan re ji bo danasîna li hola navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê lidarxist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûre Fermandarê Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrî Mehmûd derbarê pêşketinên li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn nirxand.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku liv û tevgerên çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomê û wiha got: " Dijmin her tim dixwazin tevlêheviyan li Bakur û Rojhilarê Sûriyê bibe, lê li hember vê yekê şervanên me bi hemû hêza xwe li hember dijmin têkoşîn û berxwedaneke xurt didin meşandin. Weke me dît ku gelê me bi hemû hêza xwe li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq berê xwe dan wir û li kêlek şervanên xwe sekinîn û piştgiriya şervanan kirin, ev bi xwe moraleke herî xurte. Gelên me li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde kirin. Ev gela tu carî vîn û hêza wan lewaz nabe, em gelekî bi gelê xwe serbilindin".

Mehmûd destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li hember dijmin têkoşîn bikin û got: "Em tu carî desthildariyê di nava xwe de qebûl nakin. Beriya çend rojan hilbijartinên Ehmed El Şei bû, lê mafê hemû Pêkhateyên di Sûriyê de tê de tunebû, ev yek jî diyar dike, ew her tiştî dixwazin bin serwerina xwe bike."

Nûrî Mehmûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Hêzên me yên Parastinê hêzên girîngin, hêzên nêrîna Civakê ne û civakê diparêze. Ji bo em karibin rûmeta xwe biparêzin, divê em her tim vê hêzên Parastinê bi rêxistin bikin û mezintir bikin, ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibe bersiv".

Endama Têkiliyên Hêzên Erka Xweparastinê Nisrîn Ewad anî ziman ku hemû gel xwedî şehîdin û got: "Gelê me bi hemû berxwedana xwe têkoşîn kir û li hember dijmin berxwedanî kir. Malbatên me piştgiriya zarokên xwe dikin û li kêlek şervanan dibin pişt. Ev gelên me her tim li pey xeta şehîdên xwe dimeşin. Malbatên me yên şehîdan xwedî hêz û berî ne û her tim piştgiriya hêzên xwe yên parastinê dikin".

Civîn bi dirûşma "Şehîd Namiri", "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.

(sş)

ANHA