Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê di merasîma xiyabî ya şehîd Çekdar Artêş de, soza şopandina rêya şehîdan dan.

Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
Ji bo şehîd Çekdar Artêş merasîma xiyabî
2 tebax, 2025   21:52
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Çekdar Artêş, di navenda şehîd Bawer a ciwanên şoreşger a bajarê Dêrikê de, merasîmeke xiyabî li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê tev li merasîmê bûn.

Şehîd Çekdar Artêş (Abdullah Akyûz) 13`ê Kanûna 2024`an di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bûbû.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr, Ciwan Hesen axivî û got: “Şehîd, pêşengên şoreşê ne, bi saya têkoşîna wan şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ket.”

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîvan Amanos di merasîmê de hazir bû û wiha axivî: “Şehîd, mîrasa şoreşa herêmê ye. Şervan, ji bo parastina vê mîrasê dê têkoşînê bidomînin.”

Dûre hevseroka Meclisa Bajarê Dêrikê Rocîn Heto axivî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya şehadeta şehîd Çekdar hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA