Gerîlayên azadiyê bi teknîka taybet 6 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin

Li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi teknîka taybet 6 çalakî hatin kirin.

Gerîlayên azadiyê bi teknîka taybet 6 caran li artêşa Tirk a dagirker xistin
6 hezîran, 2024   12:49
NAVENDA NÜÇEAYN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê de daxuyaiyêk nivîskî da di daxuyaniyê de wiha hate got: "Li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi teknîka taybet 6 çalakî hatin lidarxistin. 

Li Girên Şehîd Pîrdogan, Şehîd Gelhat û Saha Komando yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di 4'ê Hezîranê de saet 07:17, 11:36, 15:05 û 5'ê Hezîranê saet di 06:35, 16:44 û 22:07'an de li artêşa Tirk a dagirker hate xistin. Di van çalakiyan de ku bi teknîka taybet hate kirin, di nava çeperên dagirkeran te teqînên mezin rû dan û dijmin windahiyên giran da."

Daxuyanî bi vî rengî dewam kir:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

5'ê Hezîranê saet di 18:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

5'ê Hezîranê saet di 20:20'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

4 û 5'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 13 caran bi gazên kîmyewî yên bi jehr hatin bombekirin.

4'ê Hezîranê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

ÊRİŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TİRK A DAGİRKER;

4 û 5'ê Hezîranê li Herêma Garê qada Girê Sîserê 2 caran, li Herêma Metînayê qadên berxwedanê yên Bazê, Bêşîlî, Dergelê, Serê Metîna û Şêlazê 7 caran, li Herêma Qendîlê qadên Şehîd Harûn, Şehîd Cîhan, Girê Zergelê 13 caran, li Herêma Xakurkê qadên Sinînê, Şehîd Şerîf 2 caran; bi giştî 24 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."