Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê

Li Amûdê ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê hate li dar xistin.

Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê
Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê
Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê
Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê
Ji bo helbestvan Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê
29 adar, 2026   14:01
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Hevserokatiyê ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê (HRRK-RK) ji bo helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî merasîma sersaxiyê li dar xist.

Merasîm li Navenda Çand û Hunerê ya Horî ya bajarê Amûdê hat lidarxistin. Endamên Desteya Çandê, HRRK-RK, malbata Ehmed Huseynî, hejmarek rewşenbîr, nivîskar û şêniyên bajar sersaxî dan.

 Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî di 10'ê Adarê de li paytexta Siwêd Stokholmê ji ber nexweşiyek giran jiyana xwe ji dest da. Cenazayê wî derbasî Amedê bû û li wir merasîmek hat lidarxist. Ji Amedê derbasî Başûrê Kurdistanê hat kirin û duh (28 Adar) ji Başûr derbasî Rojava bû. Cenaze duh li bajarê wî Amûdê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

(bb)

ANHA