Dronek din li Til Temirê ket

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Til Temirê dronek din xistin.

Dronek din li Til Temirê ket
29 adar, 2026   14:25
HESEKÊ

Li gor agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandiye, baregeha Koalîsoyna Navneteweyî ya li Qesirkê de, dronek li gundê Til Mexas ê li ser rêya giştî ya Til Temir û Hesekê xist. Her wiha diyar kir ku dengê teqînan ji baregehê hat bihîstin.

 Şeva borî jî  hêzên Amerîkayê yên li bargeha Qesrikê du dron, yek li taxa Til Ehmer a navenda bajarê Til Temirê û ya din li gundê Til Mesasê yê başûrê bajar xistin.

Her wiha hejmarek dron li embara genim a nêzî baregehê ketin û miqdarek mezin a genim şewitî.

Ji detpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve, ev êriş a 5'emîn e ku li herêmê tê kirin.

(bb)

ANHA