Ji bo gotûbêjkirina plana Trump Qeter navbeynkariyê dike

Qeterê ragihand ku ew navbeynkariyê dike ji bo lidarxistina civînekê di navbera Hemas û şandeyeke Tirkiyeyê de ku dê plana serokê DYA’yê Donald Trump a ji bo Xezayê gotûbêj bikin.

Ji bo gotûbêjkirina plana Trump Qeter navbeynkariyê dike
30 îlon, 2025   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Qeterê ragihand ku dê îro êvarê li Dohayê ji bo gotûbêjkirina plana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, civînek di navbera Hemas û şandeyeke Tirkiyeyê de were lidarxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Macid El Ensarî di civîneke çapemeniyê ya li Dohayê de got: "Duh, dema ku li vir li Dohayê me civîn bi şandeya dan û standinê ya Hemasê re li dar xist, Dewleta Qeterê û Komara Erebî ya Misirê plan Trump pêşkêşî Hemasê kir. Şandeya dan û standinê soz da ku bi berpirsyarî vê planê lêkolîn bike."

El Ensarî wiha lê zêde kir: "Îro dê civîneke din jî bi şandeya dan û standinê re hebe û dê şandeya Tirkiyeyê jî tev lê bibe.”

Rayedarekî filistînî jî ragihand ku Hemasê di nava rêveberiya xwe û bi aliyên filistînî re dest bi gotûbêjkirina plana aştiyê ya Trump a ji bo Xezayê kiriye.

Rayedarekî din ê filistînî diyar kir ku Hemasê piştî ku şevê din “kopiyeke plana Trump ji birayên me yên qeterî û misrî wergirt" dest bi gotûbêjkirina planê kir.

Li aliyekî din hêzên Îsraîlê operasyon û êrişên xwe yên leşkerî didomînin, bi taybet li bajarê Xezayê. Çavkaniyên tenduristiyê ragihand ku di bombebarana şevê din de 30 kes hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn.

(k)