Îsraîlê 2 bendên leşkerî li Derayê çêkirin

Artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê herêma Hawiza Yermûkê yê li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.

Îsraîlê 2 bendên leşkerî li Derayê çêkirin
30 îlon, 2025   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê Hawiza Yermûkê yê li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.

Li gorî SOHRˊê bendek li nêzî bîra avê ya li ser rêya Koya-Abdîn û ya din li nêzî herêma Erda hatiye avakirin. Li her bendekê 5 wesayîtên leşkerî hene.

Hemwextî van tevgeran, hêzên Îsraîlê derbasî herêma Diriyat a Qunetîrayê bûn û balafir jî li ser herêmê geriyan.

Îsraîlê duh ragihandibû ku efserekî wê di teqîneke li başûrê Sûriyeyê de birîndar bûye.

(fr)