Ji bo diyarkirina buhayên ampêran civîn tê lidarxistin

Yekitiya Xwediyên Jeneratoran, Şaredariya Gel a Qamişloyê, Saziya Sotemeniyê, Odeya Pîşesaziyê, Meclisa Gel a Qamişloyê û TEV-DEM ji bo diyarkirina buhayên ampêrên jeneratorên xizmetguzariyê û jeneratorên tîcarî li hev civiyan. Piştî civînê dê encamname bê parvekirin.

Ji bo diyarkirina buhayên ampêran civîn tê lidarxistin
29 nîsan, 2026   12:23
QAMIŞLO

Yekîtiya Xwediyên Jeneratoran, Şaredariya Gel a Qamişloyê, Saziya Sotemeniyê, Odeya Pîşesaziyê, Meclisa Gel a Qamişloyê û TEV-DEM ji bo diyarkirina buhayên ampêrên jeneratorên xizmetguzariyê û jeneretorên tîcarî li hev civiyan. 

Civîn li avahiya Meclisa Gel a Qamişloyê pêk tê. Civîn ji ragihandinê re girtî didome. Piştî bidawîbûnê dê encamname bê parvekirin.

Piştî destpêkirina xebatên entegrasyonê mijareke ku entegrasyon tê de pêk hat jî, sotemenî bû. Hikumeta demkî ya Şamê buhayê mazotê bilind kir. Berê li bazara serbest a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîtreya mazotê 5 hezar û 650 lîre bû, piştî bilindkirinê gihaşt 9 hezar û 750 lîreyî.

Lê Rêveberiya Xweser buhayê mazot û benzîna xizmetguzariyê bilind nekir. Jeneretorên xizmetguzariyê buhayê ampêran bilind nekir, lê jeneretorên ku mazota xwe ji bazara serbest dikirîn buhayên ampêran zêde kirin.

Ji bo ampêrên xizmetguzariyê ampêr bi 13 hezar lîreyî hatiye diyarkirin, lê li gelek taxan xwediyên jeneratoran ampêrê ji 15 hezar lîreyî zêdetir distînin.

(bî)

ANHA