Hikumeta Iraqê: Di demeke nêzîk de dê boriyên petrolê bikişîne Banyasê

Berdevkê hikumeta Iraqê ragihand ku wê di demek nêzîk de bi çend kampanyayên cîhanî re li hev bike ku ji bo boriyên petrolê ji Iraqê bikişîne bendera Banyasê ya li Sûriyeyê.

Hikumeta Iraqê: Di demeke nêzîk de dê boriyên petrolê bikişîne Banyasê
29 cotmeh, 2026   21:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hikumeta Iraqê Heyder Ebûdî têkildarî rakêşana boriya petrolê ya ji Iraqê ji bo Bendera Banyas a Sûriyeyê agahî da.

Heyder Ebûdî destnîşan kir ku wê di demeke nêzîk de li gel çend kampanyayên cîhanî li hev bike da ku boriya petrolê ji Iraqê bikişînin Bendera Banyas a Sûriyeyê.

Hete ragihandin ku yek ji kampanyayên ku ji bo rakêşana boriya petrolê ya ji Iraqê li hevkirî jî Kampanya Chevron a Amerîkî ye.