Amara û Şilêr çanda xwendinê li Rojava bi pêş dixin

Pirtûkxaneyên Amara û Şilêr bi deh hezar pirtûk, çavkaniyên zanistî û cihê xwendinê yê guncaw, ji xwendekar û lêkolîneran re derfetên xwendin, lêkolîn û pêşvebirina zanînê peyda dikin.

31 tîrmeh, 2026   07:40
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Şoreşa Rojava ku di (19 Tîrmehê) li Kobanê dest pê kir, ji aliyê çandî ve gavekî xurt hate avêtin. Gelê Rojava bi rêya saziyên çandî li ziman, çand û dîroka xwe vegeriyan.

Xwendin bingehê pêxistina ziman û çandê ye, her wiha nirxên diyalok û jiyana hevbeş xurt dike.

Di vê çarçoveyê de xebatkarên li pirtûkaxaneyên Qamişlo dimînin gotin di van salên dawiyê de asta xwendinan pirtûkan bilind bûye û ew hewl didin ku hemû derfetan bidin kesên dixwînin.

PIRTÛKXANEYA AMARA; PIRTÛKXANEYA DESTPÊKE YA ŞOREŞA ROJAVA

Pirtûkxaneya Amara dawiya sala 2018`an vebû. Li pirtûkxaneyê zêdetirî 15 hezar pirtûkên bi gelek zimanan hene. Ciwan, rewşenbîr, nivîskar, xwedevanên zanîngehan û lêkolîner li Pirtûkxaneya Amara hev dibînin.

Selîm Yûsiv ê li Pirtûkxaneya Amara dixebite, got ji bo asta xwendinê li Rojava bi pêş bikeve wan pirtûkxane vekir. Yûsiv da zanîn ku destpêkê hejmara pirtûkan kêm bû lê niha pirtûkan ji Şamê, Misir, Îran û Başûrê Kurdistanê digirin û li herêmê jî pirtûk têne çapkirin. Li pirtûkxaneyê roman, çîrok, pirtûk li ser felsefê, zaninst, wêjeya kurdî, erebî û tirkî hene.

Yûsiv got gelek kes û bi taybet ciwan û xwendevan têne pirtûkxaneyê, pirtûkan dixwînin û herî zêde roman û pirtûkên xwepêşxistinê dixwînin. Kesên ku diçin pirtûkxaneyê pirtûkan belaş digirin û piştî dixwînin vedigerînin.

PIRTÛKXANEYA ŞILÊR; CIHÊ ZANÎN Û XWENDINÊ

Pirtûkxaneya Şilêr sala 2019`an ji bo pêşxistina xwendinê hate vekirin. Li Şilêrê bi hezaran pirtûk hene. Her wiha li pirtûkxaneyê cih û derfet heye ku pirtûkan bixwînin.

Berpirsa pirtûkan li Pirtûkxaneya Şilêr Maya Ebas got gelek rewşenbîr û xwendevan têne pirtûkxaneyê dixwînin û lêkolînan dikin. Li pirtûkxaneyê pirtûk bi zimanê kurdî û zimanên dîtir hene.

Her wiha Mayayê diyar kir ku li pirtûkxaneyê baxçeyê zarokan jî heye û pirtûkxane heyanî saetên êvarê vekirî ye.

‘PIRTÛKXANE PARÇEYEKÎ JIYANA ME NE’

Mehmûd El Mehmûd li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Rojava dixwîne û got ew ji bo lêkolînan her tim tê Pirtûkxaneya Şilêr.

Îvana Hemo jî got ew her tim diçe Pirtûkxaneya Şilêr û pirtûkan dixwîne.

Xwendekar Ala Hesen Mihewes refa 2 a dibistana amadeyî dixwîne û diyar kir ku Pirtûkxaneya Şilêr bûye parçeyekî jiyana wê. Ew her tim diçe pirtûkxaneyê û pirtûkan dixwîne.

(np)

ANHA