Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin

Şêniyên bajarê Humsê, cenazeyên ciwanên bi navên Yasir Hisên Ebas û Hisên Hemdî dîtin ku ji duh ve agahî jê qut bûbû.

Li Humsê 2 ciwan hatin kuştin
7 adar, 2026   13:45
NVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên Elewî Yasir Hisên Ebas û Hisên Hemdî yên ji Humsê, dema ji cihê xwe yê kar ê li taxa Sîbai ya bajêr vedigeriyan mala xwe ya li kolana Texlib a taxa Kerem Lewz, agahî ji wan qut bûbû.

Şêniyan vê sibehê cenazeyên her du ciwanan dîtin.

(bb)