Ji ber bomberdûmana Îsraîlê 7 filistînî hatin kuştin

Hêzên Îsraîlê mûşekek ku ji Yemenê hatibû avêtin, anîn xwar. Her wiha Îsraîlê navend û başûrê Xezayê bombebaran kir, di encamê de  2 jê zarok 7 filistînî hatin kuştin.

 Ji ber bomberdûmana Îsraîlê 7 filistînî hatin kuştin
1 kanûn, 2024   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku hêzên wan mûşekek ku ji Yemenê hatiye avêtin, li derveyî asîmanê Îsraîlê anî xwar.

Artêşa Îsraîlê sibeha îro  navend û başûrê Xezayê bombebaran kir, di encamê de 2 jê zarok 7 filistînî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

 Ajansa Nûçeyan û Ragihandinê ya Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe ji çavkaniyên bijîşkî wergirtine ragihand: "Dagirkeran li derdora Bîr 19ˈan a  li başûrê rojavayê Mewasî Xan Yûnisê konek koçberan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 zarok şehîd bûn û hin jî birîndar bûn."

Ajansê destnîşan kir ku di encama bombebarankirina kampa Şabûra ya li navenda bajarê Refahê de 4 welatî hatin kuştin.

Îro danê sibê, hêzên Îsraîlî, di dema serdegirtina çend malan de, li bajarê Salfit ê  li bakurê Difa Rojava 5 filistînî destgîr kirin û li bajarokê El Muxîre yê bajarê Ramalayê jî çend xwendekarên dibistanê destgîr kirin.

(k)