Îsraîlê li hemberî êrişên "Muhtemel" di amadekariyê de ye

Artêşa Îsraîlê ragihand wê ji ber êrişên "Muhtemel" ên Îranê  amadekarî kirine.

Îsraîlê li hemberî êrişên "Muhtemel" di amadekariyê de ye
13 nîsan 2024   22:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ji ber gefên Îranê yên pêkanîna êrişan, li seranserî Îsraîlê dibistan tên girtin û pergala perwerdeyê tê rawestandin.

Ji berdevkên artêşa Îsraîlê  Daniel Hagari  di civîneke çapemeniyê de ragihand li gelemperiya Îsraîlê  ji îşev ve çalakiya perwerdeyê qedexe ne. Berdevk got: "Tevahî baskên artêşê di amadebaşiyê de ne. Em ê der barê Îranê de bi DYA û hevkarên xwe re koordîne bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant anî ziman ku Îsraîlê ji nêzîk ve  "Êrişeke muhtemel" a ji aliyê Îran û hevbendên wê ve ya li ser herêmê dişopîne.

(bb)