Parêzer û dadwer: "Danezana Destûrî" bingeha sistemeke zordest ava dike

Parêzer û dadweran diyar kirin ku "Danezana Destûrî" ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, bingeha rejîmeke nû ya ava dike û nûneratiya vîna hemû pêkhateyan nake.

Parêzer û dadwer: "Danezana Destûrî" bingeha sistemeke zordest ava dike
16 adar, 2025   14:05
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî li kantona Cizîrê îro têkildarî “Danezana Destûrî” ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Dadgeha Gel ya li bajarê Qamişlo bi amedebûna komek parêzer û dadweran ji aliyê parêzer Basil Ebdê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî yên kantona Cizîrê bi dilgiranî tişta ku nav lê kirin "Danezana Destûrî" ya vê dawiyê ji aliyê hikûmeta veguhêz li Sûriyê hatiye derxistin, dişoîne. Ew danezan di mijara dewleteke li ser bingeha serweriya yasa û hemwelatîbûna wekhev de, paşveçûneke metirsîdar e, li şûna ku bibe gavek ber bi avakirina dewleteke dadperwer û demokratîk ve, zordestiyeke nû li ser bingeha cihêkariya olî û etnîkî ava dike."

Her wiha hate gotin: "Ev Danezana Destûrî hewldaneke ji bo  ji nû ve hilberandina rejîmên otorîter di bin perdeyeke olî û niştimanî de ye, ku li şûna ku peydakirina çareseriyên rasteqîn ên ku mafên ker kesî garantî dikin, dê bibe sedema kûrkirina arîşeyên siyasî û civakî yên welat. Li gorî vê yekê, em tekez dikin ku ev danezan ji aliyê form û naverokê ve nayê pejirandin û nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê nake, û em ne girêdayî xalên wê danezanê ne. "

Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî yên kantona Cizîrê Danezana Destûrî bi tundî red kir bang li hemû hêzên demokrat û hiqûqnasan kir ku wê red û şermezar bikin û  Danezaneke Destûrî ya nû saz bikin, li ser bingehên demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan di çarçoveya sîstemeke nenavendî misoger bike.

(k)