Li Efrînê revandin û ferzkirina pereyan li welatiyan didomin

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî revandina welatiyan û ferzkirina pereyan li welatiyan didomin.

Li Efrînê revandin û ferzkirina pereyan li welatiyan didomin
14 hezîran, 2025   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewriyeyeke çekdar ku tê texmînkirin a hêzên "Ewkeriya Giştî" ya girêdayî hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ye, duh (În 13 Hezîran) li bajarê Mabata yê Efrînê ciwanê bi navê Xelîl Mistefa Arif Dado (25) revand û bir cihekî nediyar. Hate diyarkirin ku Xelîl Mistefa Arif Dado ji gundê Hisê (Mîrkan) bi dagirkirina Efrînê re (2018) koçber bûbû, rojek beriya ku were revandin vegeriyabû gundê xwe.

Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Şiyê yê Efrînê 900 dolar pere ji bo vegerandina mala xwe û 200 dolarên din ji bo vegerandina bîra avê, li şêniyê bi navê Şêrewan Îbrahîm ferz kirin. Her wiha 500 dolar pere li şêniyê bi navê Ehmed Rifet hat birîn da ku bîrekî bikole.

Li herêmên dagirkirî sûcên dijî welatiyan ji revandin, ferzkirina pereyan ji bo vegerandina mal û milkên xwe didomin.

(bb)