Îsraîlê dibistana UNRWA'yê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê dibistana UNRWA'yê ya koçberan a li bakurê Xezayê de bombebaran kir

Îsraîlê dibistana UNRWA'yê bombebaran kir
7 hezîran, 2024   16:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê dibistana UNRWA'yê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li kampa Şatê ya li bakurê rojavayê Xezayê bombebaran kir. 

Li gorî çapemeniya Filistînê, di encama bombebarankirina dibistanê ku koçber lê dimînin de qurbanî çêbûne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikumeta Xezayê duh ragihandibû ku Îsraîlê dibistaneke din a UNRWA'yê li Nuseyrat kir hedef û di encamê de 40 kesan jiyana xwe ji dest da û 74 birîndar bûn.

(mh)