Federasyona Sûriyeyê daxwaza betalkirina cezaya bidarvekirinê kir

Federasyona Sûriyeyê ya Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Cezaya Bidarvekirinê ya Cîhanê daxwaza betalkirina cezaya bidarvekirinê li Sûriyeyê kir.

Federasyona Sûriyeyê daxwaza betalkirina cezaya bidarvekirinê kir
8 cotmeh, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Sûriyeyê ya Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Cezaya Bidarvekirinê ya Cîhanê raporeke hiqûqî derxist.

Cezaya bidarvekirinê cezayek herî tund, dermirovî, heqaret û dij-rûmeta mirovahiyê ye, cezayekî tolhindan, neadilane ye, dikare kesên bê sûc bi dar ve bike. Di dirêjahiya dîrokê de li dijî sûcan nebûye rêgir.

PÊŞGOTIN Û BONE:

Federasyona Sûriyeyê ya Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan Roja Têkoşîna li Dijî Cezaya Bidarvekirinê ya di 10’ê Cotmehê de ye ku Koalîsyona Cîhanê di 2003’yan de ragihandiye bi bîr tîne. Îsal, ev bibîranîn li gel qonaxeke krîtîk a Sûriyeyê tê re derbas dibe rewşeke ku pêwîstiya wê bi lêvegereke bingehîn a tevahiya pergala cezayan heye.

BINGEHA QANÛNÎ Û HIQÛQÎ YA DAXWAZAN

Daxwaza federasyonê ya rakirina cezaya bidarvekirinê xwe dispêre bingehên qanûnî yên neteweyî û navneteweyî yên tund:

1-Li ser asta navneteweyî: Mafê jiyanê mafekî resen e û nayê desteserkirin. Ev maf ji aliyê xala 3’yemîn a Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan û xala 6’emîn a Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî ve tê misogerkirin. Ev peyman di 1969’an de ji aliyê Sûriyeyê ve hatiye pejirandin û tê de cezayê bidarvekirinê (li cihên ku lê heye) di çarçoveyeke herî teng de hatiye sînorkirin û rakirina wî wekî armanceke pêwîst hatiye destnîşankirin. Her wiha di Protokola Vebijarkî ya Duyemîn a wê Peymanê de jî hatiye piştrastkirin.

2- Li ser asta neteweyî: Mana cezayê bidarvekirinê di yasaya Sûriyeyê de li dijî prensîbên destûra nû ye; prensîbên ku divê li ser bingeha rêzgirtina li rûmeta mirovî bin. Yasaya heyî ya Sûriyeyê ji bo zêdetirî 21 rewşan cezayê bidarvekirinê diyar dike di nav de xalên 271, 272, 274, 298, 305 û 308 ên Yasaya Cezayê ya Giştî û xalên 5, 6 û 8 ên Yasaya Dij-Terorê ya hejmar 19 a sala 2012’an. Ev yek berfirehkirineke metirsîdar a yasayî ye ku sûcên siyasî vediguherîne sûcên ku cezayê wan bidarvekirin e.

ÇIMA DIVÊ ÎRO CEZA WERE RAKIRIN?

Bi 10 salan e cezayê bidarvekirinê li Sûriyeyê li derveyî çarçoveya pêvajoya edaletê bi rêya dadgehên îstîsnaî, meydanî û leşkerî yên ku garantiyên herî bingehîn ên darizandina dadmend ên ku di xala 14’an a Peymana Navneteweyî de hatine destnîşankirin tune bûn, hatiye bikaranîn. Rêxistinên federasyonê bi hezaran doz belge kirine ku tê de cezayên bidarvekirinê li ser bingeha îtîrafên ku di bin îşkenceyê de hatine wergirtin hatine dayîn.

Hem di pratîkê de û hem jî di hiqûqê de, argumana ji bo astengkirinê nederbasdar derketiye. Lêkolînek zanistî ya pêbawer tune ye ku nîşan bide welatên ku cezayê bicîh tînin rêjeyên sûc kêmtir dibînin. Berevajî vê, ew cezayek bêveger e ku xeletiya edaletê vediguherîne sûcek dewletê ya bêveger.

Rakirina cezayê bidarvekirinê ya îro ne tenê daxwazek mafên mirovan e, ew beşek yekgirtî ya pêvajoya edaleta veguhêz e û peyamek zelal e ku Sûriyeya nû ji mîrateya tolhildana cezayî vediqete û ber bi pergalek edaletê ya li ser bingeha reform û rehabîlîtasyonê ve diçe.

DAXWAZÊN FEDERASYONÊ:

Li gorî vê, Federasyona Sûriyeyê ya Rêxistin û Dezgehên Mafên Mirovan ji hikumeta Sûriyeyê, desthilata qanûnsaz û raya giştî ya Sûriyeyê re wiha dibêje:

Ji bo hikumet û dezgehên qanûnsaz yên Sûriyeyê:

1- Fermanek tavilê derxin ku hemû cezayên bidarvekirinê yên mayî rawestînin û bendên qanûnî yên ku wan bi rê ve dibin rawestîne, di heman demê de van cezayan veguherînin cezayên zindanê yên demkî.

2- Fermanek dadwerî derxin ku dadgehên cezayî û dadgehên leşkerî qedexe bikin ku cezayên bidarvekirinê yên nû bidin.

3- Di Destûra nû ya Sûriyeyê de bi aşkera û zelal destnîşan bikin ku: "Mafê jiyanê garantî ye, cezayê bidarvekirinê ne dikare were sepandin û ne jî dikare were bicîhanîn."

4- Ji bo rakirina cezayê bidarvekirinê ji Yasaya Cezayê, Yasaya Dijî-Terorê û hemû yasayên taybet, pêvajoya reformeke yasayî ya berfireh bidin destpêkirin.

5- Protokola Vebijarkî ya Duyem a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî pesend bikin û dengê xwe bidin biryara 77/222 a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ya ku daxwaza rawestandina demkî ya cezayê bidarvekirinê dike.

Ji bo raya giştî ya Sûriyeyê û rêxistinên civaka sivîl:

Federasyon bang li bo diyalogeke neteweyî ya aram û berpirsiyarane der barê vê cezayê de dike û divê diyalogeke ku ji mantiqê tolhildan û tolgirtinê dûr be. Federasyon diyar dike ku divê were fêmkirin ku dadmendiya rastîn ne li ser standina canê mirovan, lê li ser dabînkirina dadmendiyê ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna ji sûcdaran bi rêya dadgehkirinên adil ên ku rêzê li rûmeta mirovî ya hemûyan digirin, tê avakirin.

Parastina civakê ne bi kuştinê, lê bi serweriya yasayê pêk tê.

(f)