Li Şamê êrişa li dijî hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî

Hate îdiakirin ku li Şamê êrişek li dijî dewriyeyeke hêzên ewlekariyê yên yên hikumeta demkî hatiye kirin û hewl hatiye dayîn ku berpirsê îstîxbarata derve were kuştin.

Li Şamê êrişa li dijî hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî
28 sibat, 2026   08:58
ŞAM

Li qadên Umewîyn û Malikî yên Şamê êriş li dijî hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî hatin kirin. Li gorî hin agahiyan, dewriyeya hêzên ewlekariyê hatiye hedefkirin.

Li gorî nûçeya ajansa SANA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên di nava hêzên ewlekariyê de, dewriyeya hêzên ewlekariyê ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin.

Heman ajansê da zanîn ku kesên êrişî dewriyeyê kiriye, ji cihê bûyerê reviyane. Hate zanîn ku hêzên ewlekariyê der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Li gorî medyaya xwecih, hewldana kuştina berpirsê îstîxbarata derve Ebdurehman Debax hatiye kirin. Medyayê dîmenên Debax weşandin û îdia kir ku piştî bûyerê, rewşa endamên pê re li nexweşxaneyeke Şamê dişopandin. Lê çavakaniyeke din a hêzên ewlekariyê ev îdia derewand.

Heya niha têkildarî kesên ku gule reşandine û sedema êrişê agahî nehatine dayîn.

(bb)