Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe ku duh şehîd bûbû, aşkera kir û got ew endamekî li pêş bû û her tim li ser xwepêşxistinê û parastina welatê xwe xebat dikir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî aşkera kir
17 mijdar, 2023   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê nasnameya Hisên Nofel aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Endamê me Hisên Nofel di qezayekê li ser rêya Ebyed a navbera Hesekê û Reqayê de 16′ê Mijdarê gihaşta asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hisên Nofel

Navê bav: Salih

Navê dayikê: Hilale

Cih û dîroka jidayikbûnê: Nofeliye-1-1-2000

Cih û dîroka tevlêbûnê: Heseke-14-1-2022

Cih û dîroka şehadetê: Rêya Ebyed-16-1-2023.

Şehîd Hisên endamekî li pêş bû, li ser xwepêşxistinê dixebitî da ku erka xwe ya parastina welat û gelê xwe pêk bîne. Dema çûyîna li ser erka xwe ya ewlehî rastî qezayekê hat û di encamê de şehîd bû."

(fr)