Li Helebê mijarên ji pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan, hatin nîqaşkirin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û PYD'ê Helebê ji bo nîqaşkirina mijarên ji pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a "Doza Kurdî û çareseriya neteweya demokatîk" panelek diyalogê bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya" li dar xist.

30 tîrmeh, 2024   00:06
HELEB

Di çarçoveya pênasekirina projeya neteweya demokratîk de ku ew proje yek ji berhemên fikrî yên Rêber Abdullah Ocalan e, îro Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê paneleke diyalogê li bajarê Helebê li dar xist.

Panel li Parka Rêber Abdullah Ocalan a herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Tê de nûnerên meclisa giştî, Kongra Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Parastina Cewherî beşdar bûn.

Di serî de berdevka însiyatîfê ya Helebê Amine Xidro diyar kir ku armanc ji lidarxistina vê panelê ew e ku bal li ser parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan were kişandin û ew bi civakê werin pênasekirin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko jî diyar kir ku ev çalakî yek ji çalakiyên di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Beşdaran li ser 7 mijarên pirtûka "Doza Kurdî û çareseriya neteweya demokratîk" şîroveyên xwe parve kirin.

Di mijara yekemîn de ya bi navê "Desthilatdarî, desthilatdariya hegemonîk a navendî, desthilatdarî û rêveberiya demokratîk" endama Kongra Star Newal Mihemed axivî û diyar kir ku desthilatdariya hegemonîk gelan ber bi helakê ve dibe. Ew jî bi rêya aborî û teknolojiyê ye.

Mijara duyemîn a bi navê "neteweya demokatîk" jî ji aliyê rêvebera Meclisa Perwerdeyê ya Helebê Suad Hesen ve hat şîrovekirin. Tê de hat diyarkirin ku neteweya demokratîk projeyê çareseriyê ji bo burjiwaziya bîrokratîk û kapîtalîzmê ye. Nexasim ku kapîtalîzm bûye nexweşiyek ku demokrasiyê bi teşeya wê ya sexte pêşkêşî mirovan dike û tê de jinan bê rol dike.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiya ya Helebê Leman Şêxo mijara sêyemîn a bi ser navê ˊHevjiyana azadˊ nîqaş kir. Di mijarê de behsa pêkanîna hevsengiyeke rasteqîn di navbera mêr û jinan de tê kirin.

Her wiha endamê Şaredariya Gel a Helebê Mihemed Xirêwî mijara çaremîn a bi navê ˊÇanda Rojhilata Navîn û hegemoniya modernîteya kapîtalîstˊ nîqaş kir. Xirêwî destnîşan kir ku avakirina netewe-dewletê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bû, her wiha got vîna civakî hişt ku gelek şoreş bên lidarxistin û şopdarên van şoreşan kesayetên koletî red kirine.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rinde Mihemed jî mijara pêncemîn a bi navê ˊTevgera PKKˊê û Şerê Gel ê Şoreşgerîˊ nîqaş kir û diyar kir ku têkoşîn bi du gotinan (Kurdistan mêtinger e) dest pê kir û bi saya koma destpêkê ku bi awayekî mezin hatibû birêxistinkirin heta roja îro dewam kir û piştre PKKˊê metoda neteweya demokratîk ji bo çareseriya giştî li Rojhilata Navîn şopand.

Her wiha endama rêveber a HPCˊê Zozan Henan mijara şeşemîn a bi sernavê ˊTecrûbeya Şerê Gel ê Şoreşger di PKKˊê de û encamên wêˊ nîqaş kir û got: "PKKˊê û Rêberê wê Abdullah Ocalan ji şoreşên berê sûd wergirtin û li dijî dagirker û faşîstên ji bilî qirkirin û wêrankirina gelên azadîxwaz nizane, sekinîn."

Endama Meclisa Giştî ya PYDˊê Meyade Erebo mijara heftemîn bi navê ˊKomploya Gladioˊ nîqaş kir û got dema piştî hilweşîna Yekitiya Sovyet Amerîka siyasetên xwe yên kapîtalîst li herêma Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ferz kir, bi wê re Gladio kesên banga çareseriya aştiyane ji bo doza Kurdî kirin, mîna Turgut Ozal siûqast kir û komployeke mezin pêk anîn û Rêber Abdullah Ocalan revandin.

Rûniştina roja yekemîn bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû. Beşdaran got divê mijarên di parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan de baş werin nîqaşkirin.

(mh/fr)