Axios: Rayedarên Sûriye û Îsraîlê li Urdunê civiyan

Li gorî malpera Axiosê, rayedarên Sûriye û Îsraîlê li Urdunê li ser kêmkirina rageşiyê nîqaş kirin.

Axios: Rayedarên Sûriye û Îsraîlê li Urdunê civiyan
23 tebax, 2026   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

MalperaAxiosê ya Amerîkî ragihandin ku rayedarên Sûriye û Îsraîlê bi armanca kontrolkirina rageşiya di navbera her du welatan de li Urdunê civiya.

Li gorî 2 çavkaniyên agahdar in, di civînê de Wezîrê Karên Derve yê hikumeta veguhêz ê Sûriyeyê Eseed El Şeybanî û serokê Mossadê yê Îsraîlê Roman Gofman amade bûn.

Malperê diyar kir ku navaroka civînê rêbazên aramkirina aloziyan û pêşîgirtina li rageşiya di navbera Şam û Tel Avîvê de bû.

Nivîsgeha serokwezîrê Îsraîlê der barê civînê de tu parvekirin nekir. El Şeybanî jî bersiva pirsa Axiosê neda.

(f)