Di bîra petrolê de teqîn pêk hat

Li bîra sondajê ya Uçetepe-1 a şîrketa Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li ser rêya ya Amed-Êlihê ên bakurê Kurdistanê teqînekê rû da.

Di bîra petrolê de teqîn pêk hat
25 tîrmeh, 2025   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bîra sondajê ya Uçetepe-1 a şîrketa Hevkariya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li ser rêya bejahî ya Amed-Êlihê nîvê şevê ji ber gazê teqînekê rû da.

Piştî teqînê agir bi qadê ket.

Hate ragihandin ku 7 karker birîndar bûn, rewşa 2 ji wan giran e.

Bi destwerdana tîmên arkujiyê şewat hate vemirandin.

Têkildarî şewatê lêkolîn hate destpêkirin.