Îranê li dijî baregehên Amerîkayê yên li Kendavê êriş pêk anîn

Piştî êrişên dualî yên Amerîka û Îranê li dewletên Kendavê alozî zêde bû. Tehranê li gelek dewletên herêmê êrişî baregehên Amerîkayê kir.

Îranê li dijî baregehên Amerîkayê yên li Kendavê êriş pêk anîn
12 tîrmeh, 2026   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê bi dron û mûşekan êrişî hev kirin.

Çavkaniyên ragihand ku Îranê li dijî tesîs û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Qeter, Kuwêt, Behreyn, Urdin û Seltenet Omanê êrişên dijwar pêk anîn. Dewletên Kendavê jî ragihand ku dron û mûşekên Îranê asteng kirine û ji ber parçeyan hin kes birîndar bûne.

ÊRIŞÊN AMERÎKA LI DIJÎ ARMANCÊN ÎRANÊ

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wê di çend rojên borî de zêdetirî 300 hedefên leşkerî yên Îranê, weke tesîsên parastina hewayî, nuqteyên girêdayî mûşek û dronan kirine armanc.

Washingtonê diyar kir ku Tengava Hurmuzê li pêş herikîna keştiyan vekirî ye û got ruxmî gefên ewlehiyê transîta deryavaniyê dewam dike.

ÎRANÊ RAGIHAND KU BAREGEHÊN AMERÎKAYÊ KIRINE ARMANC

Artêşa Pasdarên Îranê daxuyand ku baregehên Amerîkayê yên li Urdun, radara li Kuwêtê, tesîsên girêdayî piştgiriya hêzên deryavaniyê ya Amerîkayê li Qeter û Omanê bombebaran kirine.

Tehranê careke din ragihand ku rêwîtiya bi rêya Tengava Hurmuzê rawestiyaye û got ev yek ji ber tevgerên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê ye.

BANDORÊN LI SER DERYAVANÎ Û ENERJIYÊ

Pêşketinên heyî metirsiyên têkildarî siberoja peymana demkî ya Amerîka-Îranê de çêkirin. Armanca peymanê jinûve vekirina tengavê û bidawîkirina rageşiyê bû.

Tengava Hurmuzê korîdoreke stratejîk e, bi rêya wê rêjeyeke mezin a petrol û gazî cîhanî tê hinardekirin.

BERDEWAMA ALOZIYA HERÊMÎ

Qeterê ragihand ku ji ber parçeyên dron û mûşekan hejmarek kes birîndar bûn. Îmarat, Behreyn, Urdun û Omanê jî diyar kir ku wan hewldanên hedefgirtina bi mûşek û dronan asteng kirine.

Ev alozî, piştî çend rojan ji derbeyên dualî yên di navbera Washington û Tehranê de, ligel hişyariyên navneteweyî ji berfirehbûna rageşiyê li herêmê Kendavê, pêk hat.

(fr)