Li dijî Şerîda Xezayê êriş; 5 kes hatin kuştin

Ji ber êrişên û gulebaranên Îsraîlê li Şerîda Xezayê jê zarokek 9 salî 5 kes hatin kuştin.

Li dijî Şerîda Xezayê êriş; 5 kes hatin kuştin
12 tîrmeh, 2026   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di encama êriş û gulebaranên Îsraîlê li dijî herêmên cuda yên Şerîda Xezayê de di nav de zarok 9 salî 5 kes hatin kuştin.

Çavkaniyan bi bîr xist ku zaroka bi navê Tala Ebû Meter di êrişa li dijî Kampa Berîc a li aliyê rojhilat de hat qetilkirin, di heman demê de di êrişa li dijî kargehekê li taxa Sebra ya Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê li ser platforma Xˊê nivîsand ku binesaziya "terorê" hedef girtiye, lê tu agahiyên dîtr der barê xwezaya armancan de zêde nekirin.

Li gorî texmînên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hejmara kuştiyan ji destpêka şer ve 73 kes derbas kir û nêzî milyonek kes di şert û mercên jiyanî yên zehmet de dijîn.

(fr)