Îranê girtina Hurmuzê ragihand

Îranê ragihand ku ji ber ku DYA dorpêçê didomîne, careke din Tengava Hurmuzê girtiye.

Îranê girtina Hurmuzê ragihand
18 nîsan, 2026   13:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Tehranê îro ragihand ku ji ber dorpêça domdar a ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve, ew ji biryara vekirina tengava Hurmuzê vedigere û tengavê li pêşiya tevgera navîgasyonê dîsa digire.

Îranê DYA bi binpêkirina lihevkirinên girêdayî jinûve vekirina tengavê tohmetbar kir û diyar kir tengav vegeriya rewşa xwe ya berê û niha di bin kontrola hêzên çekdar ên Îranê de ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî demeke berê ragihandibû ku di pêvajoya agirbestê de dê tengava Hurmuzê li pêşiya tevahî keştiyên bazirganiyê vekin.

(bb)