Cejna Zimanê Kurdî li Reqayê hat pîrozkirin

Li Reqayê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hat pîrozkirin û peyama parastina ziman, nasname û dîroka kurdî hat dayîn.

13 gulan, 2025   14:35
REQA

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan), Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê şahiyek li Dibistana Şehîd Zîlan Elî Firat a li bajarê Reqayê li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê û Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek mamoste, xwendekar û hezkiriyên çanda kurdî bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Piştî rêzgirtinê, hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Zuleyxa Ebdî axivî. Zuleyxayê ev roj li beşdaran pîroz kir û şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn.

Zuleyxa Ebdî bal kişand ser rola zimanê kurdî di parastina nasnameya çandî ya gelê Kurd de û got divê zimanê kurdî di hemû qadên jiyanê, bi taybetî jî qada fêrkirinê de were bikaranîn.

Di pîrozbahiyê de xwendekaran çalakiyên hunerî û çandî pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA