Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir

Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê dest bi belavkirina beşa duyemîn a mazota avdanê kir.

Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
Belavkirina mazota ji bo avdanê dest pê kir
18 nîsan, 2024   05:06
REQA

Desteya Çandinî û Avdanê û Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştgiriya qada çandiniyê dikin. Di vê çarçoveyê de lîtreya mazotî bi hezar û 50 lîreyên Sûriyeyê dide cotkaran. 

Têkildarî mijarê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê belavkirina beşa yekemîn a mazota avdanê bi dawî kir ku 6 milyon û 485 hezar lître li cotkaran belav kir. Jê 2 milyon û 835 hezar lître ji cotkarên xwediyên bîran belav kir û 3 milyon û 650 hezar jî da kooperatîfan.

Li Reqayê 151 kooperatîfên ruxsetkirî û hezar û 30 bîrên ji aliyê Gerînendetiya Çandiniyê ve hatine ruxsetkirin, hene.

Li gorî endamê rêveberiya Nivîsgeha Çandiniyê Yasîn El Xelef piştî bidawîkirina beşa yekemîn a mazotê dest bi belavkirina beşa duyemîn kirine.

Nivîsgeha Çandiniyê ji bo her donimek zevî ku bi bîran tê avdan, 20 lître û ji kooperatîfan re 12 lîte veqetandiye. Çaverê ye ku mazot li gorî plansaziya çandiniyê ya zivistanê li ser 5 beşan bê belavkirin.

(şx)

ANHA