Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn: Leşkerekî Lubnanê birîndar bû

Di dema hewldana vekirina deriyê Marabûn-Belebek ê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê de pevçûn di navbera artêşa Lubnanê û sûriyeyan de derket. Di encamê de leşkerekî artêşa Lubnanê birîndar bû.

Li ser sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn: Leşkerekî Lubnanê birîndar bû
3 ÇILE, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dema ku sûriyeyan hewl da deriyê Marabûn Belebek ê li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê bi buldozeran vekin, di navbera wan û artêşa Lubnanê de şer derket.

Fermandariya Artêşa Lubnanê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî da: "Dema ku yekîneyeke artêşê deriyê nerewa yê nêzî sînorê Lubnan-Sûriyeyê yê li herêma Marabûn-Belebek bigire, hinek kesên sûriyeyî xwest bi buldozeran derî vekin. Li ser vê yekê endamên artêşê guleyên hişyariyê teqandin, lê sûriyeyan gule li endamên artêşê reşandin. Di encamê de pevçûn di navbera her du aliyan de derket û leşkerekî Lubnanê birîndar bû.”

Fermandariya artêşa Lubnanê diyar kir ku yekîneyên artêşê tedbîrên leşkerî girtine û der barê bûyerê de lêkolînê dike.

Di vê çarçoveyê de hikumeta demkî ya Şamê di saetên dawîn de dest bi pêkanîna biryara qedexekirina hatina lubnaniyên bêyî belgeya rûniştina li Sûriyeyê, kir.

Çavkaniyekî ewlehiyê ji Tora El Hurra re diyar kir ku Asayîşa Giştî ya Lubnanê ji welatiyan xwest ku neçin Sûriyeyê, ji ber ku di saetên borî de lubnanî ji Sûriyeyê li welatê xwe hatin vegerandin. Çavkanî got, Ewlekariya Giştî ji vê pêngavê matmayî maye û diyar kir ku sedemên vê biryarê sûriyeyî ne.

(bb)