HREˊyê hemwextî çalakiya Basilê rêzeçalakiyên din aşkera kirin

HREˊyê ragihand ku hemwextî çalakiya li Basilê rêzeçalakiyên din li dar xistin, di encamê de ji leşkerên Tirk û çeteyên wê 7 hatin kuştin û 8 jî ji wan birîndar bûn.

HREˊyê hemwextî çalakiya Basilê rêzeçalakiyên din aşkera kirin
1 sibat, 2024   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî rêzeçalakiyên li navçeyên Şera û Şêrawayê ya Efrîna dagirkirî û herêma Ezazê li dar xistine, aşkera kirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di roja 30ˊê Çileyê de, hemwextî çalakiya gundê Basilê, li navçeyên Şêrawa, Şera û Ezazê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Li hember baregeha Kîmarê ya navçeya Şêrawa çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha çekek doçka hat îmhakirin.

Li hember baregeha Enabkê ya navçeya Şera çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek artêşa Tirk hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Li Ezazê li hember rêbendek çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de polîsek hat kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.

Li Şêrawa li hember baregeha Cilbirê çalakiyêk hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Di encama van çalakiyan de bi giştî 3 leşkerên artêşa Tirk, 3 çete û polîsek hatin kuştin, 2 leşker, 4 çete û 2 polîs jî birîndar bûn."