Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan

Bi boneya 25ˊan a komploya navneteweyî ya ku di 15ˊê Sibata 1999ˊan de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên cihêreng ên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

1 sibat, 2024   17:33
HELEB

Di çarçoveya piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de û di salvegera komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, Însiyarîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Helebê civînek hat lidarixstin.

Civîn li hola 8'ê Adarê li dar ket. Di civînê de bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de berdevka însiyatîfê Amîne Xidro li ser qonaxên jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji zarokatiya wî, heta destpêka xebata şoreşgerî û destpêka pêkanîna komployê di 1998'an de û girtina wî di 1999'an de, axivî.

Piştre bi sînevîzyonekê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan li ser komploya navneteweyî, armancên wê û rêbazên pêkanîna wê hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Şehîd Gelhat Şiyar Hesen destnîşan kir ku pêwîst e fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav hemû gelan de bên belavkirin û perwerdeyên îdeolojî zêde bibin da ku fikrê azad baş bê naskirin û di encamê de şoreşek ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pê bike.

Di heman çarçoveyê de, Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek da. Endama Komîteya Perwerdê Gulistana Mistefa li Kampa Serdemê daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

Her wiha, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Tebqayê û Komîteya Parêzeran a Tebqayê bi 2 daxuyaniyên cuda komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Daxuyaniya koordînasyonê endama wê Hind El Elî bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Sivîl, nûnertên ji partiyên siyasî û Kombûna Jinan a Zenûbiya xwend.

Di daxuyaniya koordînasyonê de hat destnîşankirin ku armanc ji komployê domandina planên mêtingeriyê, destwerdana û kontrolkirina Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniya Komîteya Parêzeran de jî hat diyarkirin ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan metirsî da projeyên dewletên neteweperest, ji ber wê jî wan li dijî wî û li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) komplo amade kirin, lê tevî wê jî wan nikarîbû fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz dûr bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gelan, rêxistinên mirovî û hiqûqî û kesayetên aştîxwaz hat kirin ku li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî helwesteke cidî bigirin, çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan diyar bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(mh)

 ANHA