Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin

Di çarçoveya perwerdekirina civakê li gor şerê gel ê şoreşgerî de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê perwerdeyên hemşeîretî û destwerdana lezgîn vekirin.

Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
Li Dêrazorê perwerdeyên destwerdana lezgîn û hemşîretiyê hatin vekirin
1 sibat, 2024   18:30
DÊRAZORÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Dêrazorê perwerdeyên hemşîretî û destwerdana lezgîn vekirin. Di dewreyê de hejmareke mezin a ciwanan beşdar bûn.

Di perwerdeyan de dê beşdar fêrî lêxistina derziyan û destwerdana lezgîn di rewşên şewat, şikestin û rewşên din de, bibin.

Çaverê ye perwerde di vê mehê de bi dawî bibin.

Endamê rêvebera tevgerê Ehmed Cedû destnîşan kir ku wan perwerde li gelek herêmên Dêrazorê wek Hermûşiyê, Hewaic û Bûmesa yên rojavayê Dêrazorê û li Teyanê û Hesîn ên rojhilatê Dêrazorê vekirin û got: "Armanca me amadekariya ji bo şerê gel ê şoreşgerî û perwerdekirina ciwanan û civakê ye. Em ê di dema bê de perwerdeyên din wek ên înformatîk û durûtinê jî vekin."

Berpirsê perwerdeyê di tevgerê de Elî El Ebdullah got: "Di çarçoveya rewşa herêmê, şer û komployên li dijî wê û kêmbûna kadroyên tibî de, Tevgera Ciwanên Şoreşger ev perwerde vekirin da ku ciwanan li ser destwerdana lezgîn perwerde bike."

Jina ciwan a ku perwerdeyê dibîne Huda El Elî wiha axivî: "Em niha li ser girtina zexta xwînê û destwerdana di rewşên bilindbûna pileya germahiyê de perwerde dibin. Di rojên bê de em ê bi saya rêveberên vî karî tiştên zêdetir jî nas bikin."

Huda El Elî spasiya amadekar û rêveberên perwerdeyê kir û hêvî kir ku di dema bê de perwerdeyên pêşketîtir bên vekirin.

(mh)

ANHA