Hizbullah ragihand ku li leşkerên Îsraîlê daye

Hizbullah ragihand ku 2 nuqteyên leşkerên Îsraîlê topbaran kirine.

Hizbullah ragihand ku li leşkerên Îsraîlê daye
3 cotmeh, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê bi 2 daxuyaniyan ragihand ku li baregehên Îsraîlê xistiye.

Di daxuyaniya yekemîn de hate gotin ku wê berbanga îro bi obîsan li baregeha Hatîna ya leşkerên Îsraîlê xistiye.

Di daxuyaniya din de hate diyarkirin ku saet di 00.00’an de jî bi moşekan li leşkerên Îsraîlê yên li devera Miskafê xistiye.

Hizbullahê ev êriş wek piştgiriya gelê Filistînê destnîşan kir û ragihand ku armancên êrişan bi cih hatine.