Dagirkeran 2 şênî revandin

MÎT’a Tirk û çeteyên wê 2 welatî li Efrînê revandin.

Dagirkeran 2 şênî revandin
3 cotmeh, 2024   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih parve kirine, endamên îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên "Polîsên Leşkerî" nêzî 2 mehan berê şêniyê bi navê Kolîn Mihemed Şêx Ebdî (28) revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Kolîn Mihemed Şêx Ebdî ji gundê Şêx ê bajarê Raco ye, li cihê kar ê li bajarê Racoyê hat revandin û ber bi girtîgeha navendî ya Maratayê ve birin. Hate diyarkirin aqûbeta Kolîn nayê zanîn.

Çavkaniyan diyar kir ku beriya hefteyekê şêniyê bi navê Nîdal Qelender (41) hate revandin. Nîdal ji bajarê Mabata ye, li mala xwe ya li bajarê Efrînê hat revandin û aqûbeta wî jî nayê zanîn.

(bb)