Hizbullah li Îsraîlê 3 nuqte hedef girtin

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku bi moşekan baregeha Stella Maris a deryayî ya li Heyfa, kombûna Îsraîliyan li avahiya niştecihbûnê ya Shomera û tevgera hêzên Îsraîlê li deriyê Fatme yê li ser sînorê Lubnan-Filistînê hedef girtin.

Hizbullah li Îsraîlê 3 nuqte hedef girtin
7 mijdar, 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Wetenî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku Hizbullaha Lubnanê di 2 daxuyaniyên cuda de diyar kir ku saet di 4:25ˋan de bi moşekan baregeha Stella Maris a deryayî ya li Heyfa û kombûneke artêşa Îsraîlê li avahiya niştecihbûnê ya li Shomera hatin hedefgirtin. 

Her wiha saet di 3:15ˋan de jî tevgereke artêşa Îsraîlê jî li deriyê Fatme yê li ser sînorê Lubnan-Filistînê li hember bajarokê Keferkela, hat hedefgirtin.

(fr)